Şerê DYE-Îsraîl û Îranê dirêj dibe, nediyarî kûr dibe

Şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê ji çareseriya dîplomatîk heya şerê navxweyî, rojeveke berfireh çêdike. Pispor destnîşan dikin ku ji ber saziyên olî û leşkerî yên bi kok ên Îranê guhertina rejîmê hêsan çênabe.

Hêzên DYE û Îsraîlê, bi çêkera sîstemeke îdeolojîk a hişk re rasterast re tên beramberî hev, nediyariya pêvajoyê hem piyasayên kûreyî hem jî mekanîzmayên biryarê yên siyasî bi fikar dike.

Ev şerê ku ji nişka ve destpê kir, dibe bi rengekî ji nişka ve bi dawî bibe. Rêya bidawîbûna muhtemel a vê pêvajoyê, weke “senaryoya muzakereyê” derdikeve pêş. Navbeynkariya Umman ji bo zindîkirina jinûve ya peymana nukleer, dikare derfetekê pêşkêş bike.

Dîrektorê Navenda Şer û lêkolînan a Ereb, Muhammed Fethî el-Şerîf ji ANF’ê re nirxandin kir û diyar kir ku Tehran ti tawîzan nade, di rewşek berevajî de wê beriya destpêkirina şer vê yekê bike. Li gorî wî, rêveberiya Îran êrîşa DYE-Îsraîlê ji bo rizgarbûna ji zexta protestoyên ku du meh in dewam dike, weke derfetek bi kar tîne û naxwaze dîmenê têkçûnê bide.

Tê gotin ku bi dirêjbûna şer re, dibe car din “Modela Venezuela” bikeve rojevê. Ev model pêşbînî dike ku çêkera dewletê biparêze, lê rêveberiyê biguhere.

Midûrê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Iraqê Dr. Gazî Faysal jî diyar dike ku modeleke mîna Venezuela nîne. Li gorî wî, şerê ku ji 28’ê Sibatê ve didome, nîşan dide ku Washington li Îranê guhertineke stratejîk hedef dike û heya ku “teslîmiyeteke Îranê ya stratejîk” çênebe gav paşde nayê avêtin.

Dr. Gazî Faysal destnîşan kir ku “teslîmiyeta stratejîk” a navborî, wê kapasîteya Îranê ya fuzeya balîstîk, bernameya nukleer û tora muttefîk a herêmî bi temamî ji holê rake.